Otombîlên leşkerî yên Tirkiyê derbasî kampa Etmê dibin

Eniya Al Nusra êrîşî gundên Dêwa û Dêr Belûtê yên Efrînê dike

K24 - Efrîn

Otombîlên leşkerî yên Tirkiyê Tirkiyê cebixanê di sînorê Sûriyê re ji çekdarê Eniya Al Nusre re derbasî kampa Etmê kirin.

Li gor ajansa Hawarê îro “1 Tebaxê” ragehandiye, ku çavkaniyan li gundê Hemamê ya bi ser navçeya Cindirêsê duh danê êvarê dîtin ku hejmarek ji otombîlên Tirkiyê sînorê Sûriyê derbas kirin û ketin kampa Etmê ya di bin destê çekdarên Eniya Al Nusra de.

Li gor wan çavkaniyan ku wan leşkerên Tirkiyê dîtin ku dikevin navenda Eniya Al Nusra ya li kampa Etmê.

Herwiha ji du rojan de Eniya Al Nusra êrîşî gundên Dêwa û Dêr Belûtê yên bajarokê Cindirêsê dikin, ku xelkên sivîl dikin armanc, herwiha şer û pevçûn di navbera Eniya Al Nusra û YPGê li wê herêmê berdewam e.