Kerry gera xwe ya Rojhilata Navîn ji Misrê destpê dike

Bo mebesta vegerandina pêwendiyên, serdana Misrê dike

K24 – Navenda Nûçeyan  

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Misrê de dest bi gerekê li Rojhilata Navîn dike, pişt re jî dê serdana Qeterê bike.

Bo mebesta vegerandina pêwendiyên ku ji 2013an de sar bûne, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh, 1 Tebaxê, geha Misrê dê îro Yeşkemê jî ligel hevşêweyê xwe yê Misrî Samih Şukrî jî bicive..

Pêwendiyên Amerîkî – Misrî ji Adara borî de vegeriyan rêya xwe ya asayî, piştî ragehand Amerîkayê ku dê 8 firokeyên F16 radestî Misrê bike, herwiha salane 1.3 milyar dolar wek alîkariyeke leşkerî pêşkêşî wî welatî bike, ew firoke jî dawiya heftiya borî radestî Qahîrê hatin kirin.

Ji aliyekî din ve dê şêwirmendê Kerry yê taybet bi mafên mirovan, Tom Malinowski, metirsiyên Washingtonê derbarê “Dosyayên mafên mirovan” de bi berpirsên Misrî re gotûbêj bike.

Biryar e, kerry roja 3 Tebaxê jî bigehe Qeterê, ku dê li wê de jî ligel wezîrên derve yên welatên Kendava Erebî re bicive.

Piştî rêkeftina Îranê bi grûpa 5+1 re di 14 Tîrmehê de, gelek welatên Kendava Erebî metirsiyên xwe anîbûn ziman, lewma dê Kerry piştgiriya welatê xwe bo Kendava Erebî tekez bike.

Gera John Kerry dê heta 8 Tebaxê berdewam be, dê piştî Qahîrê û Dewhayê serdana: Sengapora, Malîzya û Viyêtnamê jî bike.