Îran: Xalên sînorî ligel Tirkiyê vekirî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsekî Îranî tekez dike ku dergeha sînorî ya di navbera Îran û Tirkiyê de vekirî ye, nûçeyên girtina wê jî red dike.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Sînorên Îranê Mecîd Axa Babayî duh, 12 Tebaxê, ragehand “Hemû sînorên bijayî yên welêt bi taybet jî dergeha bazirganî vekirî ne.”
Babayî got jî “Ti sînorên me nehatine girtin, dê neyên girtin jî” lê ji aliyekî din ve hişyarî da şofêrên kemyonan ku ji bo karên nepêwîst serdana Tirkiyê nekin.
Ev daxuyanî di demekê de tê piştî ku Serokê Saziya Veguhestina Bijayî ya Îranê, Dawûd Kîşavarziyan berê ragehandibû ku dergeha bazirganî ya sînorî ligel Tirkiyê hat girtin.
Ji aliyekî din ve Şemiya borî hişyarî da welatiyên xwe ku bi riyên bijayî neçin Tirkiyê, piştî armanckirina baseke Îranî li rojhilata Tirkiyê.
Dawiya Tîrmeha borî, xeta xazê ya navbera Îran û Tirkiyê li Agiriyê hatibû armanckirin, herweha roja Sêşema borî jî xeta xaza Azerbîcanê hatibû teqandin. Desthilata Tirkiyê gerîleyên PKKê bi van rûdanan tohmetbar dike.