“Tohmetbarên” ketina Mûsilê eşkere dibin

18 kes hatine tohmetbarkirin

K24- Navenda Nûçeyan

Navê kesên “tohmetbar” di ber ketina Mûsilê de eşkere bûn, dosyayên wan jî radestî desthilata dadwerî hatiye kirin.

Komîteya lêkolînan a derbarê ketina Mûsilê de duh, 16ê Tebaxê, di konferensekî rojnamevanî de encamên lêkolînên xwe di raporekê de ragehandin.

Di raporê de navê 18 kesan wek berpirsyar di ber ketina Mûsilê de hatiye, dadgeh jî dê wan bi tohmeta “gendelî û girêdana bi terorîstan re” darizîne.

Di nav kesên ku navên wan wek tohmetabr de hatiye, serokezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, serokerkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî, parêzgarê berê yê Neynewayê Asîl Nucêfî û fermandarê hêzên bejayî yên berê Adil Xîdan, hene.

Mûsil şeva 9-10 ji Hezîrana 2014an ketibû destê rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de.

Berpirsên ewlekarî car car eşkere dikin ku plana azadkirina Mûsilê amade ye, ji bo cîbicîkirina wê jî çaverêyî dema diyarkirî ne.

Komîteya lêkolînan derbarê ketina Mûsilê de ji nûnerê frakesyonên di nava Parlementoya Iraqê de pêk tê, hejmara endamên wê jî 26 kes in.

Komîte bi biryara parlementoyê di Çileya borî de hatiye damezrandin.

Ji koma endamên komîteya navborî, 16 endaman rapora encaman pesend kirine, 8 endaman red kirine û 2 kes jî li ser dengdanê ne amade bûn.