Li Tirkiyê dema hilbijartinên pêşwext diyar dibe

AKP nikarî hikûmetê avabike

K24- Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Tirkiyê, dema encamdana hilbijartinên pêşwext diyar kir.

Komisyonê di daxuyaniyekê de îro, 20ê Tebaxê, ragehand ku, roja 1ê Mijdarê wê hilbijartinên parlementoya Tirkiyê yên pêşwext birêve biçin.

Pêr Sêşemê jî, Ehmed Davutoglu ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû li Tirkiyê hatibû spartin, ragehand ku hewldanên partiya wî, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), bo dîtina hevpeymanekî ji bo avakirina hikûmetê, ser neketin.

Li gor yasayên Tirkiyê, eger piştî 45 rojan ji spartina partiya serkeftî di hilbijartinan de, hikûmeta nû neyê pêkanîn, dem ji bo rêxistina hilbijartinên pêşwext li welêt tên diyarkirin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan ragehand jî ku, wê pêşniyara encamdana hilbijartinên pêşwext pêşkeşî her 4 partiyên Tirkiyê kiriye “eger pêşniyarên wan yan daxwazên wan hebin, bila ji komisyonê re bêjin.”

Di hilbijartinên 7ê Hezîrana borî de, AKPartiyê hejmara pêwîst a kursiyên parlementoyê ku rê di diyê de hikûmetê bi tena serê xwe ava bike, bidest nexistibû, lewma hewla avakirina hevpeymaniykê ligel partiyên din dabû, lê hewldanên wê serneketin.

Di hilbijartinên 7 Hezîranê de, AKP ji sedî 40.66 (258 parlementer), CHP ji sedî 25.13 (132 parlementer), MHP ji sedî 16.45 (80 parlementer) û HDP ji sedî 12.96 (80 parlementer) bidest xistibûn.