Bloka Aştiyê daxwaza vegera proseya aştiyê dike

Panelek ligel akkamdemesyenan li darxist

K24- Enqere

Ji bo rawestandina şer û pevçûnên di navbera Tirkiyê û Partiya Karkerên kurdistanê (PKK) de, Bloka Aştiyê  bi akademisyenan re panelek li darxist. Hevseroka HDPê Figen Yûksekdag jî beşdarî panelê bû. di panelê de  hat diyarkirin ku  pêwîste pêvajoya aştiyê  cardin dest pêbike.

Li ser navê bloka aştiye prof. Ahmed Haşimkose  diyar kir ku , tundiya îro ne tenê  li  Kurdan e, herwiha li  hemû gelan e, bi taybetî jî li kedkaran tê kirin.

Kose destnîşankir ku, ew piştgiriya HDPl dikin û hêviya wan ew e ku HDP bibe partiya desthilatdar ku aştiya Tirkiyeyê pêk were.

Hesvseroka HDP Yûksekdag jî  got: “Ji bo aramiya Tirkiyê pêk were rêya herî baş aştî ye, lê Erdogan  aştiyê naxwaze,  şer dixwaze."

Yûksekdag diyar kir ku gel demokrasiyê dixwaze lê belê statukoya AKPê  desturê nade vê yekê û “bi şer û tundiyê  bersivê daxwazên gel dide.”

Di panelê de, Bloka Aştiyê ji bo li Kurdistanê şer neyê axaftin û xwîna ciwanan neyê rijandin daxwaza aştiyê û rawestandina şer kir.

Bloka Aştiyê grûpeke ji nivîskar, siyasetmedar, akadîmeysen, parlementer û rêxistinên civaka sivîl pêk tê, mebesta wê jî rawestandina şer û pêkhatina aştiyê li Tirkiyê ye.