Îsraîlê xwsetibû 3 caran êrîşî Îranê bike

Di kêliyên dawiyê de derbe hatibûn ragirtin

K24- Navenda Nûçeyan

Îsraîlê hewla armanckirina pêgehên atomî yên Îranê di sala 2010-2012an de dabû, lê di kêliya dawiyê de plana operasyonan hatiye rawestandin.

Li gor çend tomarên dengî ku li ser televîzyona Îstaîlê hatine weşandin, planên encamdana operasyonan li dijî pêgehên Îranê yên atomî bi piştgiriya Serokwzîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê bergiriya wê yê berê Ehud Barack bû.

Li gor yek ji tomarên dengî yên girêdayî Ehud Barack, navborî eşkere kiriye ku, hevdemî birêveçûna manoreke leşkerî ya Îsraîlî-Amerîkî, plana encamdana derbeyekê li dijî Îranê dihat amadekirin, lê di kêliya dawiyê de ew plan hatibû ragirtin.

Her di wan tomaran de hatiye jî ku, Netanyahu û Ehud Barack salên 2010, 2011 û 2012an plana encamdana operasyonan li dijî pêgehên atomî yên Îranê dariştibûn.

Ehud Barack rastiya wan tomarên dengî ji medyayê Îsraîlê re piştrsat kiriye, herwiha tekez dike ku “kesên duh li dijî wê planê bûn îro daxwaza encamdana operasyonan li dijî Îranê dikin”, wek amajeyekê bo serokerkanê berê yê artêşa Îsraîlê û çend berpirsên din.

Piştî rêkeftina atomî ya grûpa 5+1 û Îranê, Til Avîvê bi tundî li dijî wê derket, heta niha jî hişyariyê ji wê rêkeftinê dide û hewla dide di Kongress a Amerîkayê de ew plan sernekeve.