Pentagon: Rûsya amadekiriyên êrîşeke bejayî li Sûriyê dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Penatgon radigehîne ku, pêşbînî tê kirin Rûsya êrîşeke bejayî li dijî “opozîsyona Sûriyê” destpê bike û çekên pêwîst di navbera Hims û Idlibê de bicih kiriye.

Çavkaniyekê ji Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de ji televîzyona CNN re ragehandiye ku, li gor raporên dawî yên di destê wan de ne, Rûsya amadekariya destpêkirina êrîşeke bejayî ya berfireh li dijî “opozîsyona Sûriyê” dike.

Ji dema destpêkirina êrîşên esmanî li Sûriyê (30ê Îlonê), Rûsya tekez dike ku ew tenê pêgehên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) dike armanc û destpêkirina êrîşên bejayî jî di plana wê de ye.

Lê beriya niha her yak ji Amerîka, Bîrtanya, Fransa, Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyeke hevbeş de gotibûn ku, Mosko navçeyên di bin kontrola şervanên opozîsyona Sûriyê de bombebaran dike.

Çavkaniya Pentagonê eşkere dike jî ku, Rûsyayê “4 sîstemên avêtina rokêtan di nav wan de sîstemên MLRS û BM-30 yên herî pêşketî, topxaneyên cur bi cur, yên ku armancên xwe bi hûrî tînin, li navçeyekê di navbera parêzgeha Himsê û parêzgeha Idlibê de bicih kiriye.”

Firokeyên Rûsyayê ji firokexaneya Himêmîm li Laziqiyê û binkeya leşkerî ya li Tertûsê difrin û li navçeyên derûdora Idlib, Hims, Hema, Laziqiyê, Reqa û Dêrazorê êrîşan dikin.

Li gor Wezareta Bergirî ya Rûsyayê jî, heta niha firokeyên wan 35 êrîş encam dane û 18 pêgehên DAIŞê jinav birine, ajansa fermî ya Sûriyayê jî wê yekê piştrast dike.

Lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê belav kiriye ku, ew êrîşên Rûsyayê li dijî pêgehên şervanên wan jî hatine encamdan, herwiha bi dehan kesên sivîl jî bûne qurbanî.

Berpirsên Amerîkî dibêjin jî ku, heta niha Rûsyayê bêtirî 25 firokeyên êrîşker, 15 helîkopter, 9 tank, 3 sîstemên rokêtan û dora 500 leşker û pispor ên Rûsî li bajarê Lazîqiyê bicih kirine.