Li navçeya Farqînê 6 kes hatin kuştin

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Di şer û pevçûnên li 3 taxên navçeya Farqîna Diyarbekirê de heta niha 6 kesan canê xwe ji dest da. Pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya dewletê û xwenîşanderên ku nêzîkî PKKê de ne jî berdewam in.

Ji 2ê Mijdarê ve li taxên bi navê Konak, Mescît û Tekelê derketina ji derve hatiye qedexekirin. Li hersê taxên navborî pevçûn didomin. Li gorî çavkaniyên herêmî doh jî 2 kesên sivîl canê xwe ji destan dan û hejmara miriyan gehişte 6 kesan.

Li navçeyê, dengê çekan ranaweste. Li ser bajêr helîkopter digerin.  Parlementerên HDPê û rayedarên DBPê xwestin ku bi girseyekê herin hersê navçeyên navborî lê hêzên elehiyê destûr nedan wan û li navçeyê şer û pevçûn berdewam in.