Di pevçûnên Farqînê de hejmara miriyan gehişte 9an
Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê di pevçûnên ku ev 10 roj in berdewam in hejmara miriyan gehişte 9 kesan. Şevê din li taxa bi navê Mescîdê xortek bi navê Suleyman Guleç û polîsekî canê xwe ji dest dan.
Pevçûnên li 3 taxên navçeyê didomin. Ji hêla din ve îro Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag bi parlamenter û rayedarên partiyê re diçe navçeyê. Li 3 taxên navçeyê, derketina ji derve hê jî qedexe ye.
Pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya dewletê û xwenîşanderên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) de jî berdewam in. Ji hewa helîkopter, ji bejayiyê jî tanzerên paletkirî, navgînên zirxkirî û hêzên taybet yên polîs û leşkeran taxên navborî dorpêç kirine.
Li navçeyê xetên telefon û înternetê hatine birîn. Bi hezaran niştecihên navçeyê ji ber pirsgirêka ewlehiyê malên xwe terk kirine. Dengên teqîn û çekan hema bêje qet qut nabe. Ji hêla din ve Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji bo ku bûyerên li navçeya Farqînê protesto bikin meşek li nav Diyarbekirê li dar xist.