UNICEF li dijî girtina sînoran li pêş penaberan derdikeve

Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan UNICEF girtina sînoran li ber penaber û zarokên ne care ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan UNICEF girtina sînoran li ber penaber û zarokên ne care ye.

Serokê Rêxistina UNICEF Anthony Lake îro 18 Mijdarê raghand ku, girtina sînoran li ber penaberan piştî bûyerên Fransayê ne çareyek e, eger sînor li ber wan hat girtin dibe rêjeya koçberan li welatên cîranê sûriyê bêtir bibe.

Lake got jî,  girtina sînoran dê bandorekî bi hêz li ser aborî, stratîjyet û siyaseta wan welatan bike, ev yek jî ne di berjewendiyên ti welatekî de ye.

Lake tekezî li ser perwerdekirina zarokên penaber li (Lubnan, Urdin, Tirkyê ) kir û got pêwîst e  ew zarok ji xwendinê bêpar nemînin, da di demên pêş de bikaribin welatê xwe ava bikin.