Bakurê Kurdistanê: Di 8 rojan de 8 welatî hatine kutşin

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Di 8 rojên dawî de, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê û navçeya Gever a Colemêrgê 8 welatiyan canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn. Qedexeya derketina kolanan li herdu navçeyên navborî û 2 navçeyên Diyarbekirê didome. Lê îro di navbera siet 8an û 16an de ji bilî 4 taxan qedexe bi demkî hat rakirin.

Qedexeya derketina jiderve ya li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di roja 8emîn de li 15 taxan berdewam e. Di pevçûnên di navbera xwenîşanderên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Şoreşger YDG-Hê û hêzên ewlehiya dewletê de her roj hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Li navçeyê, pirsgirêka ceyran, av û telefonê heye. Her ku diçe xwarin û vexwarina niçtecihan kêm dibe. Çavkaniyên herêmî, radigihînin ku di teqînên bombeyan de boriyên avê jî dipeqin û ava taxan diherike kolanan.

Hatûçûna navçeyê qedexe ye. Hejmarek parlementerên HDPê û bi sedan welatî li têketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin. Çalakiya greva birçîbûnê ya parlementeran didome.

Ji hêla din ve Parêzgeriya Colemêrgê jî  li navçeya Geverê derketina kolanan bo xelkê sivîl qedexe kir. Di pevçûnên li Taxa Cumhuriyetê de şevê din Mehmet Reşat Arici yê 18 salî û Naim Noyan ê 29 salî canê xwe ji dest dan.

Li Geverê rewşa aloz didome. Li 16 taxên navçeyên Licê û Hanî yên Diyarbekirê jî derketina jiderve hê jî qedexe ye. Operasyonên hêzên leşkerî jî berdewam in.