Derbarê nivîsên nijadperest de giştîname hat belavkirin
K24 – Diyarbekir
Li navçeya Farqîna Diyarbekirê piştî operasyonan, derketibû holê ku li ser dîwaran nivîsên wek “Tîma Esedullah” “Hûn dê hêza Tirkan bibînin” û “Eger tu Tirk bî pesnê xwe bide; lê ne Tirk bî îtaetê bike” hatibun nivîsandin.
Rêveberiya Ewlehiya Tirkiyeyê derbarê van nivîsan de bo 81 parêzgeriyên Tirkiyeyê giştînameyek şand û ragihand ku ew nivîs zirarê didin îtîbara wan.
Derbarê wan nivîsan de Rêveberê Giştî yê Emniyeta Tirkiyeyê Celalettîn Lekesîz, di 14ê vê mehê de giştîname bo berpirsên emniyetê rê kir û xwest erkdarên ku wan nivîsan dinivîsin bêne cezakirin.
Di giştînameyê de hatiye gotin ku, nivîsên wiha zirarê didin rûmeta mirovan û îtîbara polîsan binpê dike, divê ji helwestên wiha dûr bikevin.