Rûsya: Erdogan û malbata xwe sûdê ji petrola DAIŞê werdigrin

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê de bi hejmar û hûrgilî aşkere dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Rûsya diyar dike ku, Tirkiyê çekdar û çekan dişîne ji DAIŞê re, radigehîne jî ku “Erdogan û malbata wî ji petrola DAIŞê qezenc dikin.”

Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Rûsyayê, Anatoly Antonov di konferansekî rojnamevanî de got ku, hezar û 722 tankerên petrolê di dest rêxistina DAIŞê de hebûn ku petrola Sûriyê û Iraqê bi 3 rêyan digehandin Tirkiyê.

Anatoly Antonov diyar kir jî ku, beriya destpêkirina operasyonên Rûsî li Sûriyê, DAIŞê rojane 3 milon dolar ji firotina petrolê bidest dixistin û wiha berdewam kir “di heyama 2 mehan de, 32 navendên palawtina petrolê, 23 rafîner û hezar û 80 tankerên petrolê yên di bin destê DAIŞê de hatine jiavbirin û sûda wê ji dahata petrolê daketiye 1.5 milon dolar rojane.”

Navberî tekez kir jî ku, belgeh di destê wan de hene ku “berpirsên paye bilind ên Tirkiyê û Recep Tayyip Erdogan û malbata wî ji nêzîk ve têkildarî pirsa petrola DAIŞê ne û sûdê jê werdigrin.”

Aşkerekirina van zanyariyan di demekê de ye ku, aloziyek siyasî û dîplomasî di navbera Rûsiya û Tirkiyê de derketiye, piştî ku Enqere firokeyek Moskoyê ya leşkerî xistibû xwarê.

Li gor amarên ku di heman konferansê de hatine aşkere kirin “di heyama heftiya borî de 2 hezar çekdar, 120 ton çek û teqemenî û zêdetir ji 250 otomobîlî ji Tirkiyê gehiştine DAIŞ û Eniya el-Nusrayê.”

Wezareta Bergirî ya Rsûyayê diyar kiriye jî ku, bi dahata petrola ku DAIŞ bi rêya Tirkiyê difroşe “çek tên kirin.”