Dikandarên Stenbolê ji ber krîza Rûsya û Tirkiyê ketine tengasiyê

Dikandar dibêjin ku ji ber kêmbûna kirînê ew êdî nema dikarin bacê bidin

K24 – Stenbol

Pîşekarên li Laleliya Stenbolê, ji ber aloziya navbera welatên Rûsya û Tirkiyê gilîdar in. Beriya alozî û gengeşiyê gelek geştiyarên Rûsî dihatin navenda Laleliyê û gelek tişt dikiriyan lê belê niha mîna berê geştiyar nayên. Ji ber vê rewşê gelek kes nikarin bacê bidin û dikanên xwe digirin.

Li Stenbolê, herêma Laleliyê, ji bo welatiyên biyanî bi taybetî ji bo geştiyarên Rûsî navenda kirînê ye. Kesên ku ji Rûsyayê dihatin Stenbolê yekser li bazara Laleliyê di serî de cil û kinc û gelek tişt distandin. Lê belê piştî ku di navbera Mosko û Enqerê de gengeşî dest pê kir, bazra kirînê li Laleliyê jî gelek daketiye.

Bahrî Gulekerê ku ji sala 1990'an û vir de li Laleliyê cilan difiroşe diyar dike ku krîza dawî ya her du welatan ew xistine tengasiyê û wiha berdewam kir “Li Laleliyê rewşa karê me ne baş e. Turîst nayên vêderê. Em nikarin bacê bidin ev du mehin em nikarin pereyê ceyranê bidin.”

Memduh Gul 6 sal e li bazara Laleliyê pêlav û çenteyan difiroşe û li ser rewşa karê xwe wiha diaxive û dibêje: “Beriya krîza Rûsya û Tirkiyê, karê me baş bû lê niha qet ne baş e. Berî niha me rojê bi qasî 10 hezar dolar kar dikir lê niha rojê bi qasî 400 dolarê jî kar nayê kirin.”

Lalelî weke navenda tekstîlê tê zanîn û piranî cil û berg ji welatên derva re tên firotin. Niha gelek cilfiroş ji ber geşedanên dawî nikarin kirêyê dikanên xwe bidin û hinek kes dev ji kar berdidin.