Ebadî bi tundî bersiva Obama da

Piştî ku Serokê Amerîkayê ragehand ku dê hêzên taybet bişînin Iraqê, Serokwezîrê Iraqê li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Evna binpêkirina serweriya Iraqê ye."

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Serokê Amerîkayê Barack Obama ragehand ku dê hêzên taybet bişînin Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan da û wek hewlekî dijminatiyê binav kir.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Barack Obama ragehand ku dê hêzên taybet bişînin Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember vê yekê nerazîbûna xwe anî ziman û wek hewlekî dijminatiyê binav kir.

Serokê Amerîkayê Obama ji televizyona CBS a Amerîkî re got ku ew dixwazin ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê hêzeke teybet bişînin Iraqê. Obama tekez kir ku şandina vê hêzê nabe dagirkirin lê ji ber DAIŞ tengav bûye ew dixwazin vê pêngavê alîkariya têkbirina DAIŞê bikin.

Lê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî vê daxuyaniyê bersivek tund da û got: ‘’Şandina hêzên bejayî binpêkirina serweriya Iraqê ye û em vê yekê wek helwêsteke dijminatiyê dibînin. Ebadî diyar kir ku wan daxwaza hêzên bejayî ji ti welatekî nekiriye û pêwîstiya wan jî bi hêzeke wiha nîne.