Cenazeyê Canîp Yildirim bi merasîmekê hat veşartin

Rewşenbîr û şoreşgerê Kurd Canîp Yildirim koça dawî kir û cenazeyê wî li Enqereyê hat veşartin.

K24 – Enqere

Rewşenbîr û şoreşgerê Kurd Canîp Yildirim koça dawî kir û cenazeyê wî li Enqereyê hat veşartin.

Canîp Yildirim, piştî 90 salên têkoşînê, çu ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Yildirim, bi beşdarbûna siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hezkiriyên wî hat veşartin.

Derbarê wefata wî de Siyasetmedar Ahmet Turk got: “İnsanekî gelek hêja bû, insanekî welatparêz bû, ji bo paşerojek yekitî jî gelek hêja meşandibû, ev brayê me yê ezîz yê xwoşewist me îro winda kir.”

Parlamenter Sezgin Tanrıkulu jî wiha axifî: “Di diroka dawî de kesekî gelek giring bû. Xweda rehmeta xwe lê bike, bi rastî di siyaseta Kurd de navekî mezin bû. Rêberekî mezin bu." Siyasetmedar Dengir Mir Mehmet Fırat jî got: “ Kek Canîp mêrivek hêja bû. Di meseleya Kurdan de jî rêberekî me bû.”

Heval û hezkiriyên Yıldırım jî di merasîma cenaze de amade bûn, dema hevalên wî behsa Yıldırım dikirin hestyar bûn. Talat İnançê hevalê Canîp Yıldirim hestên xwe wiha anîn ziman: “Kek Canîp gelek insanekî giran bû, avukat bû jî, li Diyarbekîrê gelekî berê xwe da dozên insana, lê rojekê jî qurîşek pere wernegirt.”

Mehmet Çetinkaya jî hevalekî din ê wî ye û nerînên xwe wiha anîn ziman:  “Miletê kurd pir jê hezdikir. Bi malê xwe, canê xwe, fikra xwe mam Canîp fedakarî dikir ji miletê Kurd re, ji xeynî kurdiniyê tiştek nedifikirî.”

Canîp Yidirim di sala 1925an de Li Diyarbekîrê hat dinê. Di sala 1944an de Li Zankoya Enqerê, beşa hiquqê qedand. Yıldırım hertim di nav kar û xebatên Kurdî de cih girt. ji ber helbesta xwe ya “qimil” hat darizandin, di darbeyên 27ê Gûlanê û 12ê Adarê de hat girtin. Canîp Yildirim di nav siyaseta Kurdistana Bakur de jî rolekî aktîv lîst, piştî têkoşîna 90 salan Yildirim koça xwe ya dawî kir.