Helwêsta Rûsyeyê, Tirkiyê nêzîkî Herêma Kurdistanê dike

Tirkiye dikare 50 salan ji gaza Kurdistanê siûd werbigre, dê Kurdistan jî 30 mîlyar dolar pere qezenç bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Medyeya Tirkiyê belav kiriye ku, ji bo peydakirina pêwîstiyên navxweyî, Enqere dest bi xebatên kirîna gaza xwezayî ji Herêma Kurdistanê kiriye.

Îro, 6ê Kanûnê, li gor hin nûçeyên ku di çapameniya Tirkiyeyê de belav bûbûne, tê ragihandin ku Enqerê ji bo kirîna gaza Kurdistanê dest bi xebatan kiriye.

Di vê çarçoveyê de Tirkiye dê di navbera bajarên Şirnex û Mêrdînê de xeta boriyê çêbike û destpêkirina projeyê jî hefteya bê rabigihîne.

Li Tirkiyeyê piştî krîza balafirê metirsî heye ku Rûsya gaza xwezayî bibire. Ji ber vê yekê Tirkiye ji bo peydakirina gaza xwezayî ket nav hewldanan. Di vê çarçoveyê de Tirkiye ligel Qeter û Azerbaycanê lihevkir.

Ger Rûsya gaza xwezayî bibire, Qeter û Azerbaycan pilana A û B ya Tirkiyeyê ye. Lê li gor nûçeya rojnameya navdar a Tirkiyeyê Milliyetê plana sêyemîn a Tirkiyeyê gaza Kurdistanê ye.

Milliyet dide zanîn ku Tirkiye ji bo kirîna gaza Kurdistanê amedekariyan dike. Di vê derbarê de dê Tirkiye girêbesta gaza xwezayî ya Kurdistanê heta sersalê pêk bîne.

Hat ragihandin ku dê gaza Kurdistanê li ser  xetên boriyê ya Şirnexê derbasî Tirkiyeyê bibe. Kompaiyeya Xetên Boriyê û Hinardina Petrolê BOTAŞê dê vê hefteyê projeya gaza Kurdistanê rabigihîne.

Dirêjiya Xeta Borûyê ya Şirnexê 185 kîlometr e, firehiya wê jî 40 înç e. Xet dê ji Mêrdînê destpêbike û li li navçeya Silopiyeyê bidawî bibe. Ji bo ku pêvajoya amedekariyê beriya sere salê pêk were, tê çaverekirin ku projeya gaza xwezayî di nav çend rojan de dest pê bike.

Serokê Kompaniyeya Enerjiya Giştî, Tony Hayward ku di heman demê de li Herêma Kurdistanê kar û xebatan dike, demek berê aşkere kiribû ku li Kurdistanê 5 trîlyon metresêca gaza xwezayî heye û Tirkiye dikare 50 salan ji gaza Kurdistanê siûd werbigre.

Hayward amaje pê danîbû ku dê gaza Kurdistanê nav 2 salan de dikare bigihije Tirkiyeyê û kapasîteya wê jî 10 mîlyar metresêce ye. Piştî sala 2020ê jî ev kapasîte dê bigihje 20 mîlyar metresêceyê.

Li gor hin nûçeyên ko di çapameniyê de belav bûbûn Herêma Kurdistanê dê ji Gaza Sûriştî nêzikê 30 mîlyar dolar pere qezenç bike.