Kantonên Rojava: Em ji bo kongreya Riyadê nehatine vexwendin

Hevrêziya Giştî ya kantonan tekez dike ku ew pêbendî boryarên kongreya Riyadê nabin,

K24- Amûdê

Kantonên Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku, heta niha ew ji bo kongreya Riyadê nehatine vexwendin û girêdana wê kogreyê jî bi “xapandin” binav dikin.

Biryar e 08-10ê Kanûnê kongreya yekgirtina opozîsona Sûriyê li paytexta Erebistana Siûdiyê, Riyadê, birêve biçe.

Hevrêziya Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê îro, 6ê Kanûnê, di daxuyaniyekê de girêdana kongreya Riyadê bi “xapandina gelê Sûriyê” binav kir.

Hevrêziyê diyar kir ku, heta niha kesî ew ji bo beşdarîkirinê di kongreyê opozîsyonê de “nevexwendiye” û tekez kir ku ew wek Kantonan “negirêdayî biryarên” kongreya Riyadê ne.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Cizîrê, Ekrem Hiso di daxuyaniyekê de ji K24 re got: “Tui çare ji krîza Sûriyê re di kongerên navdewletî de nayê dîtin, eger di bajarê Qamişlo re derbas nebe.”

Di kongreyê Riyadê de, wê şandeyek yekgirtî ya opozîsyonê bê hilbijartin, ji bo ku di civînên navdewletî de danûstanê ligel şandeya rejîma Sûriyê bike û li ser bingehên qonaxa veguhêz rêkevin û wê qonaxê birêvebibin.