Li Nisêbînê 6 leşker û sivîlek birîndar bûn

Li ser rêya Cizîr û Nîsêbînê bombeyek bi otomobîleke serbazî de teqîya û di encamê de 6 leşker û sivîlek birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser rêya Cizîr û Nîsêbînê  bombeyek bi otomobîleke serbazî de teqîya û di encamê de 6 leşker û  sivîlek birîndar bûn.

Li Bakurê Kurdistanê şer, pevçûn û operasyon berdewam in. Duh êvarê li Nisêbînê li ser "Rêya Hevreşîmê"  mayînek ku berê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna otomobîleke serbazî de hat teqandin û di encamê de 6 leşker birîndar bûn. Hat ragihandin ku di teqînê de sivîlek jî birîndar bûye.

Herwiha bi teqînê re tankerek ku tejî LPG bû jî qulibî lê hate gotin ku di tankerê de teqîn çênebûye. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneya Nisêbînê û hat destnîşankirin ku rewşa birîndaran baş e.

Bi teqînê re xisareke mezin li ser rê çêbû û demeke dirêj rêya navneteweyî ya transîtê ji çûn û hatinê re hate girtin.