Gedo: Bi navê Kurdan ti şand neçûne Kongreya Riyadê

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo duh ji K24 re got ku Kongreya Riyadê li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ye.

K24 - Qamişlo

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ragehand ku Kongreya Riyadê dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ye û ti şand bi navê Kurdan beşdar nabin.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo duh ji K24 re got ku Kongreya Riyadê li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ye.

Derbarê beşdarbûna  Kurdan di wê kongreyê de Salih Gedo da zanîn ku ti şand bi navê Kurdan beşdar nabin û Kurdên ku tevî bûne di nav rêzên Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê cîh digirin.

Gedo diyar kir ku heta niha Opozîsyona Sûriyê helwêsta xwe ya derbarê mafê Kurdan de jî zelal nekiriye.

Îro li Erbistana Siûdiyê Kongerya Riyadê ya Opozîsyona Sûriyê birêve diçe û gelek aliyên siyasî û leşkerî ji hemû pêkhateyên wî welatî bi mebesta çareserkirina kirîza Sûriyê di kongreyê de amade dibin.