Gotinên Demîrtaş bûn sedema nîqaşeke nû

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş got; "Di nav HDPê de hertim hezkiriyên Erdogan hebûn." Ev gotina Demîrtaş bû sedema derketina nîqaşeke nû.

K24 - Enqere

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş got; "Di nav HDPê de hertim hezkiriyên Erdogan hebûn." Ev gotina Demîrtaş bû sedema derketina nîqaşeke nû. Gelo Demîrtaş xwest çi bêje û wateya gotinên wî çi ye?

Hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş nîqaşeke nû da destpêkirin, Demîrtaş nerazîbûn nîşanî rexneyên ku ji ber helwesta wî ya beriya 7ê Hezîranê tên kirin da. Demîtaş ew kesên ji ber dirûşma “em te nakin serok” nerazîne wek  “hezkiriyên Erdogan” binav kirin.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş got: “Ji wê rexneyê bi tenê hezkiriyên Erdogan acizin, di nav partiya me de damarek hebû ku ji Erdogan hez dikirin. Ya rast ew erdoganiyên veşartî bûn. Ji me zêdetir, ji Erdogan hez dikirin, bawer dikirin ku eger ligel AK Partiyê peywendiyan xurt bikin wê pirsgirêk çareser bibe. Ew slogan ne sloganeke şexsî bû.”

Gotinên demîrtaş di demek kurt de deng vedan û bûn sedema matmayînê, ji bo ravekirina nîqaşê berdevkê HDPê Ayhan Bilgen axivî.

Bilgen diyar kir  ku ew dê mijarê di nav partiya xwe de niqaş bikin: “HDP wekî partiyeke rengîn hat damezrandin, kesayetên xwedî nêrînên cuda di nav HDPê de hene, îdiaya me ew e ku em ê bihev ra siyasete bikin. Heger  şîroveyên cuda, nirxandinên stratejiya partiyê ya bingeh nehejîne em dikarin xweş bibînin, eger rêvebirên partiyê jî gotinên şaş bikin, lijneyên partiyê çi pêwîst be dê bikin.”

Piştî gotinên Demîrtaş, di nav HDPê de dengên cuda hatin, Hevşaredarê Agiriyê Sırrı Sakık got divê Demîrtaş gotinên xwe zelal bike ku behsa kê kiriye? Ev mijar ji Dengîr Mîr Mehmet Firat jî hat pirsîn, Fırat pirs bê bersiv hişt û got divê Demîrtaş bersivê bide. Wiha diyare ku nîqaşên li ser vê yekê dê di nav HDPê de gelekî berdewam bikin.