Hevserokê DBPê yê şaxê Êlihê hate bincavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk DBPyê ya Şaxa Êlihê Mehmet Candemîr hate binçavkirin.
Li bakurê Kurdistanê bajarê Êlihê welatî di pêşengtiya DBPyê de li hemberî operasyon û pevçûnên li navçeya Sûrê meşek lidar xistin. Lê hêzên ewlekariyê destûr nedan meşê û bi gazên rondikrêj desttêwerdana xwenişandaran kirin.
Di encamê de digel Hevserokê Şaxa DBPyê ya Êlihê Mehmet Candemîr, 3 kes hatin binçavkirin.
Piştî vê yekê parlementerên HDPyê nerazîbûn nîşan dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlementerên HDPyê diyar kirin ko heta hevalên wan neyên azadkirin ew dev ji çalakiya xwe bernadin.