Baluken: Çareseri çûna xelkê sivîl a bo Îmraliyê ye

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rayaderên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û hejmarek xelk li ber Deriyê Rihayê yê Bircên Diyarbekirê kom bûn û qedexeya ku li Sûrê hatiye ragihandin protesto kirin.

K24 – Diyarbekir

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rayaderên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û hejmarek xelk li ber Deriyê Rihayê yê Bircên Diyarbekirê kom bûn û qedexeya ku li Sûrê hatiye ragihandin protesto kirin.

Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken, bang li hikûmetê kir û xwest ji bo çareseriyê hevdîtinên bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re dîsan bên destpêkirin.

Îdrîs Baluken got: "Çareserî ne ew e ku hûn hêzên çekdar rêkin vê derê, çareseri ew e ku hûn xelkê sivîl rêkin Grava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Heger ku li cihekî ji 12 saetan zêdetir qedexeya derketina derve bê ragihandin li wê derê derbe heye.”

Derbarê rewşa wan navçeyên ku qedexe jî li wan heye, Baluken wiha axifî: “Niha li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Kerboran, Silopî û Şemzînanê amadekariyên komkujiyan tên kirin. Berxwedana li vir ne tenê bi gelê Kurd ve girêdayî ye; bi wan hemû kesan ve girêdayî ye ku li dijî derbeyan in. Bila aştixwaz û demokrat rabin ser piyan û li vê berxwedanê xwedî derkevin.  Dê berxwedanên me bidomin.  Bila saziyên sivîl û rayedar bêne li ser berhemên dîrokî lêkolînê bikin û vê wêrankirinê bi çavên xwe bibînin."