Taybetmendiya navçeya Sûra Diyarbekirê

Di 6 mehên dawî de weke gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê navçeya Sûra Diyarbekirê jî bûye qada şer û pevçûnan. Di êrişan de berhemên dîrokî jî weke xaniyan kavil dibin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Di 6 mehên dawî de weke gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê navçeya Sûra Diyarbekirê jî bûye qada şer û pevçûnan. Di êrişan de berhemên dîrokî jî weke xaniyan kavil dibin. Xelkê navçeyê neçar dimînin û di nava Diyarbekirê de penaber dibin. Gelo ji ber çi Sûr bûye meydana şerê xwenîşander û dewletê? Çima pevçûn ranawestin, kijan berhemnên dîrokî zirar ditine?Peyamnêrê me Hesen Kako, li bersiva van pirsan geriya û taybetmendiya navçeya Sûrê vedibêje.

Navçeya Sûrê ji 4 navçeyên navendî yên Diyarbekirê yek e. Navê xwe ji Keleha Diyarbekirê distîne. Med, Pers, Roma, Ereb û Osmanî jî di nav de, şopa 30 şaristaniyan li vir xûya dike. Ji ber zêdebûna berhemên dîrokî ev der weke “muzeya vekirî” tê binavkirin. Xaniyên Diyarbekir yên kevin, Muzeya Arkeolojiyê, Mizgefta Mezin, Mizgefta Fatihpaşa, Meqbereyên 27 Eshabeyan, Minareya Çar Pê, Dêra Dayika Meryem, Dêrê Ermenên Protestan, Koşka Gazî, Xana Hesen Paşa, Serşoka Qazi ji hin van berhemên dîrokî ne.

Navçe, weke navenda bazirganiya bajêr jî tê zanîn. Piraniya xelkê navçe û gundên derdorê, ji bazarên navçeyê danûstandina xwe dikin. Ji vî aliyê xwe ve Sûr, ji bo feqîr û zengînan cihê dilkêşiyê ye. Hejmara nifusa wê derdora 120 hezaran e. Piraniya niştecihên wê ew kesên ku di salên 90an de ji ber pevçûnên di navbera PKKê û Dewletê koçî vir kirine.

Di hilbijartinên 1ê Mijdarê de Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ji sedî 75, AK Partiyê ji sedî 19 deng standin. Li gorî hilbijartinên 7ê Hezîranê dengên HDPê 6 puanan kêm bûne û 8 hezar dengdêran jî dengên xwe bikar neanîn.

Di 15ê Tebaxa 2015an de Meclisa Gel a Sûrê Rêveberiya Xweser îlan kir û ragihand ku ew naxwazin dewlet wan birêve bibe, dixwazin xwe bi xwe birêve bibin. Lê dewletê ev biryar nasnekir û di operasyonekê de yên ku xweserî îlankirine; yanî hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk binçav kirin. Endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz YDG-Hê ragihandin ku ew dê gel û rêveberiya xweser biparêzin. Tevgerê, di nava kolanan de xendek vedan, barikat ava kirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê heta niha tam 5 caran derketina derve bo xelkê sivil qedexe kir, hêzên ewlehiyê ji bo ku xendekan bigrin û barikatan rakin dest bi operasyonan kirin, di navbera herdu aliyan de pevçûn derketin.  Di pevçûnên heta niha de, herî kêm 10 xwenîşander û 2 polîsan canê xwe ji destan dane. Xelkê sivîl jî di nav de bi dehan kes jî birîndar bûne. Ji hêla din ve berhemên dîrokî, xanî û kargeh dibin armanca bi hezaran guleyan. Ji ber ku kolanên navçeyê teng in hêzên ewlehiyê nikarin pêş biçin, xwenîşander jî dikarin xwe li vir biparêzin. Ji ber vê yekê bi rojan pevçûn berdewam dikin.

Di nava şer û pevçûnan de bi taybetî jî xelkê taxên, Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê mexdûr dibin. Yên ku derfetên wan hene xaniyên xwe terk dikin û di nava Diyarbekirê de koçber dibin. Lê yên ku derfetên wan nebin bi rojan di malên xwe de li ber dengên çek û teqînan dijîn. Carna bi rojan ceyran tê birîn, av diçiqe, xetên telefon û înternetê naxebitin. Ji ber pevçûnan xizmetguzariyên wek perwerde, saxlemî û bajarvaniyê bi rêkûpêk nayên kirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, dixwest ku şer û pevçûn di nava bajaran de neyên kirin û mîrateyên mirovan bêne parastin. Lê di êrişeke çekdarî de 28ê Mijdara borî li ber lingên mînareya ku dixwest bê parastin cana xwe ji dest da. Parêzgerî û Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê dê piştî biryara UNESCOyê li vê derê dest bi xebatan kiribana lê wiha xûya dike ku ji ber pevçûnan dê xebat di demek zû de neyên kirin û berhemên weke Mizgefta Kurşunlu ya 500 salî neyên parastin.