CHP: Bakur li ber parçebûnê ye

Idrîs Baluken jî diyar dike ku, tevgere saziyên hikûmetê amaje ne bê şerekî çawa birêve diçe.

K24- Enqere

Qedexekirina derketina derve ya li Sûra Diyarbekirê û Silopî û Cizîra Şirnaxê di rojeva parlamentoyê de bû. Parlamenterên CHP’ê û HDP’ê bal kişandin li ser rewşa aloz û gotin ku, di herêmê de mafên mirovan bi awayekî giranî tên binpêkirin û ji ber vê yekê bajar vala dibin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgin Tanrikulu bi daxuyaniyeke li parlamentoyê bal kişand li ser binpêkirinên Mafên Mirovan ên di sala 2015’an. Tanrikulu got ku, di tu demê de mafên mirovan ewqasî neketibû binê piyan û hikûmet bi wê yekê sûcdarkir ku dixwaze Tirkiyê bike mîna Sûriyê.

Herwiha Tanrikulu ji K24 diyar kir ku  ku “Li wê derê (Bakurê Kurdistanê) rewş li ber parçebûnê ye. Rê ji hev qût dibe. Li pêşiya wan rêyên din jî hene. Ji ber berpirsiyariya xwe ez li vê derê nabêjim lê belê tu kes bê alternatîv nîn e.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken derbarê rewşa aloz de ya li Silopî û Cizîrê axivî û got ku, şandina peyaman a bo mamoste ji navçeyan birevin nîşaneya wê yekê dide ku şerekî çawa li herêmê heye.

Herwiha Baluken da zanîn ku “Wezaretên Perwerdê û Tenduristiyê mikûr hatin ku li holê yasaya şer heye. Ev jî tê wê wateyê ku dibêjin em li gorî yasayê şer tevdigerin. Ewqasî aşkereye. Ev şerm e. Ev bi awayekî aşkere nîşan dide ku prosesa destûrî ji holê rabûye. Ev tê wê wateyê ku hikûmeta şer li ser kar e. “

CHP û HDP’ê bo dawî li şer û pevçûnan were bangî parlamentoyê kirin û gotin ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan û qeyrana li herêmê were divê parlamento bi awayekî lezgîn dest bi xebatan bike.