Rûsya çekên “bê beramber” dişîne Iraqê

Tê zanên ku Iraq yek ji welatên herî li pêşe di wergirtina çekên Rûsî de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Komîteya Bergirî û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku bi armanca piştgiriya Hêzên Artêşa Iraqê, Rûsyayê bo wan çekên ji corê sivik û navendî bê beramber şandine.

Derbarê vê mijarê de berpirsê Komîteya Bergirî û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de Hakim El-Zamilî ragehand ku welatê wî çekên ji corê sivk û navendî ji Rûsyayê wergirtine, da zanîn ku ew çek bê beramber ji wî welatî giheştine destên wan.

Wî berpirsê Iraqî eşkere kir ku wergirtina çekan ji Rûsyayê di çarçoveya odeya zanyariyan ya çar alî de tê, ku ji Iraq, Sûriyê, Îran û Rûsyayê pêk hatiye. Tê zanên ku Iraq yek ji welatên herî li pêşe di wergirtina çekên Rûsî de ye.