HDP: Şer ne şerê xendekan e, şer şerê sindoqan e!

Li gorî ragihandina Yuksekdagê, di pevçûnan de heta niha 675 kesan canê xwe ji dest dane.

K24 - Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê komcivina xwe ya heftane ji ber ku balê bikşîne ser pevçûn û qedexeyên li Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê pêk anî. Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdagê piştgirî da ragihandina Rêveberiyên Xweser û bîlançoya di 7 mehên dawî de eşkere kir. Li gorî ragihandina Yuksekdagê, di pevçûnan de heta niha 675 kesan canê xwe ji dest dane.

HDPê Komcivîna xwe li Salona Civîna Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kir. Parlementer, hevserok û rêvebirên Partiya Herêman a Demokratîk DBP û hejmarek ji xelkê bajêr beşdarî komcivînê bûn. Hevseroka HDPê Figen Yuksekdagê di axaftina xwe de got: “ Ji 7ê Hezîranê ve 675 insanên me di pevçûnan de canê xwe ji dest dane, li 18 bajaran 54 caran derketina derve hatiye qedexekirin û li van bajaran 83 kesên sivîl jî canê xwe ji dest dane.  200 Hezar kes jî ji malên xwe koç kirine.”

Hevseroka HDPê Yuksekdagê behsa ragihandina Rêveberiya Xweser jî kir û ev yek weke bernameya azadiya Kurdan bi nav kir û ragihand ku, rêveberiya xweser pêşniyariya siyaseta bi rûmet ya gel e.

Yuksekdagê wiha berdewam kir: “Em ji bo bernameyeke wiha li ber xwe didin ku di wê bernameyê de dê gel xwe bi xwe rêvebibe,  çand û zimanê xwe bi awayeke azad dê bijî û li dijî rejîmeke hişk dê pergaleke nû ava bike.  Em ê bi hev re siyaseta xirab bidin sekinandin. Lê ger ku alikariya têkoşîna demokrasiya Kurdan neyê kirin dê hemû gelên Tirkiyeyê  têkeve nav taritiyê. Şer ne şerê xendekan e, şer şerê sandoqan e.”

Piştî komcivîna HDPê, parlementer bi xelkê re di nava kolanên Diyarbekirê de meşiyan û aloziyên li Bakur protesto kirin. Li hin deverên navçeya Yenîşehîrê di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derketin. Ji hêla din ve îro jî li Diyarbekirê deriyên dikanan girti bûn.