Parlamentoya Tirkiyê daxwaza berdana leşkerên dîlkirî dike

Şer û pevçûnên dijwar ên li Bakurê Kurdistanê berdewam in. Dewlet bihêzeke mezin ku ji leşker û polîsan pêk tê, operasyonên berfireh birêve dibe. Di encama operasyonûn li Bakurê Kurdistan de, PKKê nêzî 20 leşker û polîs êsîr girtin.

K24 – Enqere 

Şer û pevçûnên dijwar ên li Bakurê Kurdistanê berdewam in. Dewlet bihêzeke mezin ku ji leşker û polîsan pêk tê, operasyonên berfireh birêve dibe. Di encama operasyonûn li Bakurê Kurdistan de, PKKê nêzî 20 leşker û polîs êsîr girtin.

Li ser berdana wan leşker û polîsên êsîr, li parlamentoyê daxwaza avakirina komîsyonekê hat kirin. 

Di vê derbarê de, Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken axivî: “Werim em berpirsiyariyê bigirin liser xwe û van operasyonan rawestînin. Werin em biradarên KCKê re pêwendiyan dînin û wekî carên din em wan kesan li malbatên wan vegerînin.”

Hat ragihandin ku malbat daxwazê li parlamentoyê dike ku zarokên wan azad bike lê belê hikûmet guh li daxwazên wan nake. 

Her wiha parlamenterên opozîsyonê radigehînin ku hejmara leşkerên dîlgirtî gelekî zêdetir e û AKPê bi tenê wan bo siyasetê xwe bi kar tîne. 

CHPê bang li hikûmetê kir ku derbarê leşkerên dîlgirtî de hemû agahiyan bi raya giştî re parve bike.

CîgirêSerokê Koma CHPê Engin Altay got jî “Di vê mijarê de emê daxwaz bikin ku parlamento were agahdarkirin. Lê belê ne bi tenê ez, ti kesî politikaya AKPê a li ser vê mijarê fahm nekiriye. Hikûmet nizane ku çi dike…”

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ji 7ê Hezîranê heta niha zêdetirî 300 leşker, polîs û gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û herwiha nêzî 300 kesên sivîl jî canê xwe ji dest dane ku zarok û jin jî di nav de hene. 

Ji aliyê din ve,hejmareke leşker û polîs jî di destê PKKê de ne û malbatên wan dixwazin demildest bigihêjin zarokên xwe. Lê belê ne ji bo rawestina şer û pevçûnan û ne jî ji bo berdana wan leşker û polîsan hikûmetê heta niha tiştek nekiriye.