Wan: Hevserokê HDPê birîndar bû

Li Bakûrê Kurdistanê, li 5 navçeyan qedexeya derketina kolanan û operasyonên hêzên dewletaTirk didom e. Di bûyeran de jî Hevserokê HDP birîndar bû.

K24- wan

Li Bakûrê Kurdistanê, li 5 navçeyan qedexeya derketina kolanan û operasyonên hêzên dewletaTirk didom e. Di bûyeran de jî Hevserokê HDP birîndar bû.

Bi armanca şermezarkirina operasyonan li gelek bajarên Kurdan bi beşdarbûna Parlementerên Partiya Demokratîka Gelan HDP û bi hezaran welatiyan meş lidar xistin. 

Li Wanê, di bûyeran de Hevserokê HDPê yê Wanê Veysî Dîlekçî û du welatî birîndarbûn, bi dehan kes jî hatin bincavkirin.

Ji hêla din ve jî gelê Diyarbekirê îro jî ji bo operasyon û qedexeyên li ser navçeya Sûrê bên rakirin, li taxa ofîsê kom bûn û bi tevlî bûna Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP Sîbel Yigitalp, Çaglar Demirel û Nursel Aydogan xwestin ber bi Sûrê ve bi meşêlê polîsan destur nedan berbi Sûrê ve bimeşin. 

Parlamenter û rêvaberên bajêr ên HDPê û Partiya Heremên Demokratîk DBPê ji bo ku alozî dernekevin bervei avahiya navenda partiyên xwe ve meşiyan.