Hevpeymaniya Navdewletî hêzê dişîne Iraqê

Derbarê hebûna hêzeke Îtalî li Iraqê jî, Waren da zanîn ku Iraqê girêbestek derbarê nûjenkirina bendava Mûsilê de ligel Îtalyayê îmze kiriye, loma hebûna hêza Italyayê li bendava Mûsilê bo parastina karmendên wî welatî ye, yên ku bendavê nûjen dikin.

K24 - Bexda

Ligel destpêkirina proseya rizgarkirina bajarê Rûmadî,  Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku Iraq razî bûye hêzeke leşkerî bo wî welatî were şandin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Steve Waren li balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, tekez kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, razî bûye Amerîka 200 leşkerên xwe bişîne Iraqê.

Derbarê hebûna hêzeke Îtalî li Iraqê jî, Waren da zanîn ku Iraqê girêbestek derbarê nûjenkirina bendava Mûsilê de ligel Îtalyayê îmze kiriye, loma hebûna hêza Italyayê li bendava Mûsilê bo parastina karmendên wî welatî ye, yên ku bendavê nûjen dikin.

Berî niha firokeyên artêşa Iraqê daxwaz ji welatiyên bajarê Rûmadî kiribûn, ku  di huûndirê 72 saetan de, bajêr bicîh bihêlin, daku artêşa wî welatî bajêr ji destê DAIŞê rizgar bike.