Diyarbekir: Polîs gaza rondikrêj û ava şîd davêje xwepêşanderan

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Sîbel Yigitalp, Nursel Aydogan, Ziya Pîr û rayedarên Partiya Herêman a Demokratîk DBPê bi hejmarek xelk re demjimêr 12.00ê Diyarbekirê li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê civiyan û xwestin ku ber bi navçeya Sûrê a ku 21 roj in pevçûn û qedexe lêye ve bimeşin û operasyonan protesto bikin. Polîsan bi otombêlên zirpoş û berbestan rê li girseyê girt.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Kûçe û kolanên bajêr careke din tevlihev bûn. Îro li Diyarbekir deriyên dikanan girtibûn û xwenîşandan hebûn. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê  Sîbel Yigitalp, Nursel Aydogan, Ziya Pîr û rayedarên Partiya Herêman a Demokratîk DBPê bi hejmarek xelk re demjimêr 12.00ê Diyarbekirê li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê civiyan û xwestin ku ber bi navçeya Sûrê a ku 21 roj in pevçûn û qedexe lêye ve bimeşin û operasyonan protesto bikin. Polîsan bi otombêlên zirpoş û berbestan rê li girseyê girt.

Girse li nêzîkî berbestên polîsan sekinî, Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Nursel Aydoganê bi daxuyaniyekê got, "Bi rojan e ku xelkê li Sûrê nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî jî temîn bikin. Em gazî desthilardariyê dikin, ev pirsgirêk tenê bi rêya diyalogê çareser dibe. Demildest divê şandeyek biçe Grava Îmraliyê û bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, tenê Ocalan muhatabê vê pirsgirêkê ye û ew dikare çareser bike."

Piştî daxuyaniyê, girse bi 5 xulekan runîştinê helwesta polîsan protesto kir. Di dema ku girse belav bibe de di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derketin. Xwepêşanderan bi kevir û bombeyên dengderxistinê êrişî polîsan kir, polîsan jî bi ava şîd û gaza rondikrêj ew belav kirin.

Li navçeya Baglarê mînîbuseke rêwiyan hat şewitandin. Di nava bajêr de otombêlên zirpoş yên polîsan hê jî digerin.Pevçûn belavî bajêr bûn û heta niha jî didomin.

Hejmarek ji xwepêşanderan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ambulansan jî birîndar rakirin nexweşxaneyan.