Naveroka civîna Demîrtaş û Lavrov

Hevserokê HDPê tekez dike ku, ew dixwazin projeya Kurdan nîşanî cîhanê bidin.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) got ku ew dixwazin "Em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin. 

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û şandeya pê re îro li Moskoyê ligel Wezîrê Derva yê Rûsyayê, Sergey Lavrov civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, Demîrtaş ji ANF re got ku, Tirkiye di nava pêvajoyeke guherîn-veguherînê de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em dixwazin ev guhertin ber bi aliyê piralî, demokrasî û azadiya hemû nasname, çand û baweriyan ve be. Li aliyê din, zîhniyeta AKP'ê hewl dide guherîn-veguherînê ber bi aliyê yek şexsî, nîjadperestî, olperestî, mezhebî ve bikişîne.”

Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd gihaştiye asteke gelekî girîng û got: ”Daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd weke daxwazeke rewa xwe nîşan dide. Lê belê AKP bi tank, hêzên bejahî û bikaranîna artêşê re polîtîkaya komkujiyê û şikandina vînê li hemberî gelê Kurd dimeşîne.”

Hevserokê HDP tekez kir ku “Di vê mijarê de em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin. Em bi mûxatabên xwe re van parve dikin.”

Demîrtaş beriya ku serdana Rûsyayê bike, serdana Amerîkayê kiribû û li wêde jî çend hevdîtinên gitîng pêkanîbûn.

Şandeya ligel Demîrtaş ji Hevserokê Giştî yê DBPê Kamûran Yuksek, Berpirsyarê KNKê yê Têkiliyên Derve Nazmî Gur, Nûnerê KNKê yê Rûsyayê Selahattîn Soro, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd Merab Şamiyev pêk hatibû.