HDPê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dide

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, ji bo rakirina qedexeya derketina derveyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, ji bo rakirina qedexeya derketina derveyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dide.

Cîgira Serokê Giştî û Parlamentera Edeneyê ya HDP'ê Beştaş, li Parlamentoya Tirkiyê daxuyanî da û got, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê serdana wê ya bo rawestandina biryarên qedexeya derketina derve red kiriye, ji ber vê yekê, ewê di demeke kurt de serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bide.

Beştaş got,  erkê walî û qeymeqaman nîne ku derketina derveyê qedexe bikin û da xuyakirin, li herêmê mafê jiyanê nemaye ku behsa azadî û mafê mirovan bê kirin.