ENKS dixwaze artêşa Tirk ji Rojavayê Kurdistanê vekişe

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ji Artêşa Tirkiyê dixwaze ku ji Rojavayê Kurdistnê vekişe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ji Artêşa Tirkiyê dixwaze ku ji Rojavayê Kurdistnê vekişe.

Emîndariya Giştî ya ENKSê duh danê êvarê daxuyaniyek belav kir û tê de ji Artêşa Tirkiyê dixwaze ku leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne. Herwiha ragihand Tirkiye li Bakurê Kurdistanê gund û bajaran dorpêç dike û ev jî metirsiyê li ser sivîlan çê dike û dibe sedema koçkirina piraniya xelkê.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev kiryar cihê şermezariyê ne, divê hikûmeta Tirkiyê bi pêngavên aştiyane doza Kurdî çareser bike û gotûbêjê ligel partiyên Kurdî bike.”

ENKSê di heman demê de, ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwest ku cidî hewl bide bo vejandina proseya aştiyê ku wek destpêşxeriyekê ji aliyê Rêberê PKKê Abdulah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin. ENKS, tekez dike ku tundî û çareseriyên leşkerî bê sûd in.

Derbarê derbasbûna hêzeke leşkerî ya Tirk bo gundên (Sermsax û Letîfiyê) yên Rojavayê Kurdistanê, ENKSê metirsiya xwe bo vê yekê anî ziman û da zanîn ku pêdiviya Rojavayê Kurdistanê bi parastineke navdewletî heye. Herwiha daxwaz ji Artêşa Tirkiyê kir ku, hêza xwe vekişîne.

Li gor peyamnêrê K24ê duh êvarê, hêzeke Tirkî derbasî gundê Sermsaxê yê ser bi Girkê Legê bûbû. Herwiha li Sermsaxê jî, hêza Tirkî rêyeke bi dirêjiya yek kîlometre vekiribû ji bo ku bigihe girê Til Efrîtê û li wê derê jî bicih bûne.