Firokeyên Rûsî çiyayê Ekrad bombebaran dike

Firokeyên Rûsyayê çiyayên Ekard û Tirkmenan li Parêzgeha Leziqiyê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Rûsyayê çiyayên Ekard û Tirkmenan li Parêzgeha Leziqiyê bombebaran dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragehand ku, şer di navbera Hizbulaha Libnanî û hêzên rêjîma Sûriyê ji aliyekî û Eniya el-Nusrayê û Hizb ei-Îslamî ya Terkmanî ji aliyekî din ve li çiyayên Ekar û Tirkmenan derket.

Rewangehê amaje kir jî, di heman demê de firokeyên Rûsî pêgehên wan rêxistinan bombebaran kir.

Rewangehê tekez kir ku, 3 çekdarên wan rêxistinan ji aliyê hêzên rêjîmê ve dîl hatin girtin.