Şer û pevçûn li nêzîkî Efrînê berdewam in

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 gundên bajarê Ezazê li nêzîkî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Kontrol dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 gundên bajarê Ezazê li nêzîkî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Kontrol dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî serekî tund bi Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve, her du gundên Tatmeraş û Tinibê yên ser bi bajarê Ezazê Kontrol kirin.

Di derbarê ziyanên wî şerî jî heya niha ti agahiyeke zelal nehatiye belavkirin.

Ji 25 Mijdara borî de, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (ku YPGê hêzeke wê ya serekî ye) ji aliyekî de û Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ji aliyekî din şer û pevçûn li herêma di navbera Ezaz û Efrînê de derdikevin.