Hevpeymaniya Navdewletî jêderên DAIŞê dike armanc

Parêzgeha Dêrazorê dikeve rojhilatê Sûriyê û di bin kontrola DAIŞê de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî bi armanca jinavbirina jêderên aborî yên DAIŞê, kêlgeha Heqil li parêzgeha Dêrazorê kir armanc.

Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî kêlgeha petrolê ya "Heqil" li bajarê Dêrazorê kirine û di encam de ew kêlgeh bi temamî hatiye têk birin.

Ji aliyêke din ve û li heman Parêzgehê şer û pevçûn di navbera rejîma Sûriyê û DAIŞê de li firokexaneya leşkerî berdewam e. Li gor zanyariyên Rewangeha navbirî, DAIŞê bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşî wê firokxaneyê kiriye.

Parêzgeha Dêrazorê dikeve rojhilatê Sûriyê û di bin kontrola DAIŞê de ye.