Li Ên Îsayê 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk gund bi temamî ji destê DAIŞê derxistin.

K24- Navenda Nûçeyan

Li gund û warên parêzgeha Reqayê, 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 19ên din jî birîndar bûn.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, Ramî Ebdulrehman ji AFP re ragihand ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîn dest danin li ser gundê, Mestirîhe li derûdora Ên Îsayê (parêzgeha Reqa), ziyanên mezin jî gihandin DAIŞê.

Roja Çareşema borî çekdarên DAIŞê êrîş kiribûn li ser gundê Mestirîh, ji wê demê ve şer û pevçûn berdewam bûn, di encamê de 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 19ên din jî birîndar bûn.

Ebdulrehman da zanîn jî ku, niha gundê Mestirîh di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.

Ên Îsa 50 kîlo metirî ji bajarê Reqayê dûr e, ku wek bêgeha DAIŞê ya serekî li Sûriyê tê naskirin.

Di Tebaxa borî de jî, Ên Îsa ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibû rizgarkirin.