Çalakvan Azad Dawûd hat berdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Çalakvanê Kurd Azad Dawûd ku berî salek û 7 mehan ji aliyê ji Asayişa Dêrikê ve hatibû girtin duh hat berdan.
Li gor zanyariyên malbata Azad Şêrzad Dawûd ku ji 4ê Gulana 2014an ve ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû girtin, duh piştî nîvro ji aliyê Asayişa Dêrikê ve hate berdan.
Azad Dawûd ji bajarê Dêrikê ye û endamê Rêxistana Niştimanî ya Ciwanan (SOZ) e, di destpêka krîza Sûriyê beşdarî çalakiyên şoreşa Sûriyê dibû.
Berî niha gelek caran çalakvanên Kurd û saziyên Civaka Sivîl li Rojavayê Kurdistanê doza berdana wî kirbûn û çend çalakî jî bo vê armancê lidar xistibûn.