“Marinse” û Pêşmerge beşdarî azadkirina Mûsilê dibin

Sê hezar leşker ji hêzên bejayî yên Amerîka li navçeyên cuda yên Iraqê bicih bûne.

K24- Navenda Nûçeyan

Li gor agahiyên di medyayê de hatine belavkirin, hêzeke bejayî ya Amerîkî gehiştiye Iraqê, dê ligel Pêşmergeyan beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê bibin.

Heftiya borî, Serokwezîrê Iraqê ragihand ku, amadekariyên operasyona azadkirina Mûsilê dest pê kirine.

Malpera Skynews ya Erebî belav kiriye ku, nêzîk 3 hezar leşker ji hêzên bejayî yên Amerîka li çend cihên cuda yên Iraqê cih girtine, dê beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê jî bibin.

Malpera navborî li ser zarê çavkaniyeke leşkerî, bêyî ku navê wê aşkere bike, belav kiriye ku, dê heftiya bê hejmareke zêdetir ji leşkerên Amerîkî bighin Iraqê.

Beşek ji wan leşkeran li binkeya leşkerî ya Eyn Esed bicih bûne, beşê din jî bo parastina belyozxaneya Amerîkayê, li Bexdayê bicih bûne.

Heman çavkaniyê tekez kiriye ku, dê operasyona azadkirina Mûsilê bi beşdariya hêzên bejayî yên Amerîka û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest pê bike.

Li gor raporê, beşdariya Amerîka di azadkirina Mûsilê de bi rêkeftin ligel mîlîşyayê Şîe ye.

Mîlîşyayên Şîe dê beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê nebin, ew jî beramber 3 xalan “xala yeke, divê ew hêza Amerîkî tenê bi erkê azadkirina Mûsilê rabin, piştgiriya mîlîşyayê Sine nekin û rêgiriyê li pêşdeçûnên mîlîşyayê Şîe neyê kirin.”