Polîsên Tirkîyê bi ser avahiya BDPê girtin

"Dixwazin me çavtirsandî bikin, lê em ji gefên ti kesan natirsin."

K24-Navenda Nûşeyan

Polîsên Tirkîyeyê îro bi ser  avahiya Partiya Herêman a Demokratîk DBPê ve girtin û 2 kes binçavkirin.

Derbarê mijarê de Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bertek got; "ti kes nikarin me bitirsînin, dê demokrasî qezenç bike."

Polîsan li ber derê BDPê gule berdan hewa û xwestin ko girseya ko bertekan didin wan belav bibin.

Li gorî îdîayan, polîsan li ser îxbarekê di saetên nîvro de bi ser avahiya BDPê de girtin û li ser nasnameya kesên ko di hûndir de bûn lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de jineke bi navê Zeynep Altunak û Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Şakîr Karataş hatin binçavkirin.

Sedema girtina xwendekar Şakîr Karataş wek 'qaçaxê leşkeriyê' hat ragihandin lê Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bertek wiha got: "pirsgirêka leşkeriya kesekî xwendekar nîn e. Yuksek, ragihand ko partiya wan jî weke Meclisê fermî ye û bêyî qanûn û yasayan nikarin bi ser de bigrin. Yuksek got; "Dixwazin me çavtirsandî bikin,  lê em ji gefên ti kesan natirsin."