Asayişa Qamişlo: “Ev karekî derveyî binemayên mirovatiyê ne.”

Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê revandina peyamnêrê “Yekîtî Mîdya” de dibêje ku, “Ev karekî derveyî binemayên mirovatiyê ne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê revandina peyamnêrê “Yekîtî Mîdya” de dibêje ku, “Ev karekî derveyî binemayên mirovatiyê ne.”

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de radigehîne ku, “Ji pêwîstiyên dadweriya civakî, di pileya yekem de rêzgirtina mafên mirovan, azadiya tevgera siyasî ye.”

Derbarê revndin û îşkencekirina peyamnêrê “Yekîtî Mîdya” Cangên Elêko de, Asayişê ragehand ku, “Hêzên Asayişê karên wisa nekw, ji ber ku wê li ser rêkeftina “Banga Cinêvê” ya derbarê parastina sivîlan îmze kiriye.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Heger kê ev karê derveyî qanûn û rawiştê kiribe, dê nebêje ku min kiriye û li xwe negire jî.”

Peymnêrê “Yekîtî Mîdya” Cangên Elêko, roja 4ê vê mehê, li bajarokê Dirbêsiyê ji aliyên grûpeke nenas ve hate revandin û îşkencekirin.