Di Kanûna borî de 2500 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

di Îlona 2014an de, Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dest bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê li Iraqê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragehand, ku di Kanûna borî de, 2500 çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Steve Warren, di daxuyaniyekê de wiha got: "Hîza DAIŞê ya bervenaiyê nemaye, wan li Sûriyê ji sedî 10 navçeyên ku berî niha kontirolkirbûn ji dest xistine, li Iraqê jî ji sedî 40 ji dest xistine."

Warren da zanîn ku di Kanûna borî de 2500 çekarên DAIŞê di encama operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî, li Iraq û Sûriyê hatine kuştin, herwiha berhemên petropla DAIŞê jî ji 45 hezar bermîlan hatiye xwar û giheştiye 34 bermîl di rojekê de.

di Îlona 2014an de, Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dest bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê li Iraqê kirin.