Ên Îsa: 5 sivîl ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî gundekî nêzîkî bajarokê Ên Îsayê bombebaran kirin, di encam de 5 sivîl hatin kuştin.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Lîwaya SIwar el-Reqa di daxuyaniyekê de belav kir ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî gundê el-Şifaka yê rojavayê Ên Îsayê bombebaran kirin, di encam de 5 welatiyên gund hatin kuştin.
Heta niha jî ti daxuyaniyek ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî de derbarê wê bûyerê de nehatiye dayîn.
Bajarokê Ên Îsayê dikeve başûrê bajarokê Girê Spî û 50 kîlo metirî ji bajarê Reqayê dûr e, niha di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Di Tebaxa borî de , Ên Îsa ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibû rizgarkirin.