Di êrîşên firokeyên Rûsyayê de 20 kes li Minbicê hatin kuştin

Firokeyên şer yên Rûsiyayê êrîşî bajarê Minbicê ya Helebê kirin, di êrîşê de bêhtirî 20 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer yên Rûsiyayê  êrîşî bajarê Minbicê ya Helebê kirin, di êrîşê de bêhtirî 20 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafln Mirovan ragehand, ku Firokeyên şer ên Rûsyayê li Sûriyê 14 êrîşên asmanî li ser bajarê Minbicê ya ku dikeve rojhilatê Helebê kirin. Di encamê de bêhtirî 20 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.

Hat ragehandin ku jin û zarok jî di nava qurbaniyan de hene. Herwiha birîndar ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyên sehrayê yên li navçeyê hatin rakirin.

li gor çalakvanekî ku navê xwe eşkere nekirî, Firokeyên Rûsiyayê  li navçeyê tenê êrîşî cihên sivilan dikin û ti êrîş nebirine ser DAIŞê.