Ketîbeyeke din tevlî Hêza Sûriyê ya Demokratîk bû

Welatiyên gundê El-Qûbe Ereb in û 35 kîlometreyan dûrî başurê rojavayê bajarê Kobanê ye.

K24-Kobanê

Ketîbeya Şehîdên Firatê li gundê El-Qûbe ku niştecihên wê Ereb in, tevlîbûna xwe di nav Hêza Sûriyê ya Demokratîk de ragihand.

Derbarê mijarê de Ketîbeya Şehîdên Firatê ya bi Serokatiya Hisên El-Casim daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Em wek Ketîbeya Şehîdên Firatê, pêbend in bi hemû fermanên ku ji aliyê  Hêza Sûriyê ya Demokratîk ve têne derxistin,  herwiha tevlîbûna xwe di nav rêzên wê hêzê de radighînin."

Li gor daxwiyaniyê, Hêza Sûriyê ya Demokratîk yekem hêz e ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de vedihewîne. Welatiyên gundê El-Qûbe Ereb in û 35 kîlometreyan dûrî başurê rojavayê bajarê Kobanê ye.