ENKS: Hevpeymanan Pêşmergeyên Roj red kirin

Serokê ENKSê, PYDê bi ”destê rejîmê li Rojavayê Kurdistanê” binav kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku, hevpeymaniya navdewletî pişta Pêşmergeyên Roj negirt da ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Serokê ENKSê, Ibrahîm Biro di hevpeyvînekê de ligel malpera Aljazeera ya Qeterî got ku, wan xwest ku Pêşmergeyên Roj wek baskê xwe yê leşkerî beşdarî kongreya Riyadê bikin, lê opozîsyona Sûriyê red kir.

Biro kongreya Riyadê di warê komkirina opozîsyona Sûriyê de bi erênî binav kir, lê rexneyên tund lê girtin û got: “Mafê Kurdan binpê kir.”

Hevpeyamniya navdewletî Pêşmergeyên Roj red kirin

Derbarê çûna Pêşmergeyên Roj bi Rojavayê Kurdistanê de, Biro aşkere kir ku, ew dixwazin ew hêz bi rêkeftin ligel hêzên leşkerî yên li ser axê, derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Herwiha serokê ENKSê balkişande ser wê yekê ku, wan daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî kir ku, pişta xwe bispêre Pêşmergeyên Roj wek hêza bejayî ya li dijî terorê “lê hevpeymaniyê red kir.”

Pêşmergeyên Rojava yan Pêşmergeyên Roja ji xort û keçên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ji aliyê Wezareta Pêşmerg ve hatine perwerdekirin û hejmara wan di navbera 5-6 hezaran de ye, heta niha jî li Başûrê Kurdistanê şerê li dijî DAIŞê dikin û qet derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûn e.

PYDê destê rejîmê ye

Ibrahîm Biro, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bi “destê rejîmê” binav kir û wiha pêde çû: “Rejîmê rê ji endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re vekir ku bi çek desthilata xwe bispînin, rêveberiya wan ne bi rêya sendoqên dengdanê hatiye (…) rejîm jî karê xwe li Hesekê û Qamişloyê dike.”

Biro got jî ku, PYDê nûneratiya vîn û îradeya gelê Kurd nake û ti daxwazek neteweyî jî ji gel re pêk neaniye.