Australia daxwaza zêdekirina hewlên jinavbirina DAIŞê dike

Serokwezîrê Australia daxwazê ji welatên Ewropayê dike ku hewlên zêdetir bo jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokwezîrê Australia daxwazê ji welatên Ewropayê dike ku hewlên zêdetir bo jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bidin.

Serokwezîrê Australiayê Malcolm Turnbull, ku di serdanekê de li Iraqê ye, ragihand ku, pêwîst e welatên Ewropa hewlên zêdetir bo jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bidin.

Turnbull amaje bi wê yekê kir ku, Australia dê di pêşerojê de rola xwe bo jinavbirina DAIŞê zêdetir bike, lê tekez kir jî ku pêbendiya wê ya leşkerî dê ne heya dawiyê be.

Australia yek ji bihêztirîn hevalbendê Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de ye, herwiha ji mezintirîn welatên ku alîkariya Hevpeymaniya Navdewltî dike di ware bombebarana DAIŞê li Iraq û Sûriyê.