Komkirina îmzeyan ji aliyê ENKSê ve berdewam e

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 14 encûmenên xwecehî hatine destnîşankirin daku kampanya komkirina îmzeyan bi rê ve bibin, li gor serokatiya ENKSê heta niha komkirina imzeyan bi şêweyekî baş birêve diçe, welatiyên deverê jî bi erênî vê kampanyayê dinirxînin.

K24 - Tirbespî

Di çarçoveya kampanya komkirina îmzeyan ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve daku pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê di civîna cenevreyê de bibe xaleke sereke ya gotûbêjan, Rêveberiya ENKSê serdana Encûmena Xwecihî ya bajarê Tirbespiyê kir.

Derbarê mijarê de Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yusif ji K24ê re got: "Armanca me ew e ku em dengê xwe bighînin aliyên navdewletî bi taybet Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon daku pirsa Kurdî liber çav bigire, ji ber dem hatiye ku Kurd mafên xwe werbigirin, herwiha nameya duyemîn jî bo wan kesên ku digotin ENKS ne nûnerê miletê Kurde lê di vê kampanyayê de diyar bû ku hemû xelkên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya ENKSê dikin."

Welatiyek ji bajarê Tirbespiyê derbarê kampanyayê de ji K24ê re wiha axifî: "Em hatine dengê xwe bighînin NY û îmze bikim, daku miletê Kurd mafê xwe werbigire."

Welatiyeke din ya heman bajarî derbarê komkirina îmzeyan de ji K24ê re got: "Armanca van îmzeyan ku em didin ew e ku pirsa Kurdî li ser maseya navdewletî were gotûbêjkirin."